Nediyarî û rîskên ewlehiyê yên Tengava Hurmuzê berdewam dikin

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf bertek nîşanî binpêkirinên agirbestên li Rojhilata Navîn da û banga xwînsariyê li hemû aliyan kir. Nediyarî û rîskên ewlehiyê yên Tengava Hurmuzê berdewam dikin.

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf daxuyand ku binpêkirinên agirbestê yên li deverên cûda yên Rojhilata Navîn "ruhê pêvajoya aştiyê xira dikin”. Şerîf di daxuyaniya li ser platforma X’ê banga xwînsariyê li hemû aliyan kir.

Şerîf got, "Ez bang li hemû aliyan dikim ku ji bo ku dîplomasî di çareserkirina aştiyane ya pevçûnê de rolek pêşeng bilîze, bi dilsozî û xwînsarî tevbigerin.”

Her wiha nediyariya li dora Kendav Farisî û Tengava Hurmuzê berdewam dike. Hin keştî bi baldarî pêşve diçin, lê hejmareke girîng ji wan sînyalên ragihandinê winda kirine an jî pê ne bawer in. Şîrketa îstîxbarata deryayî AXSMarine ragihand ku bi qasî ji sedî 43 keştiyên li herêmê sînyalan naşînin an daneyên pêbawer peyda nakin.

Li gorî çavkaniyên deryayî, tevî agirbestê jî tê payîn ku tankerên petrol û gazê yên li kendavê asê mane di demek nêzîk de bikevin nav liv û tevgerê. Hat diyarkirin ku şîrketên mezin ên keştîvaniyê ji ber xetereyên sîgorte û ewlehiyê bi baldarî tevdigerin.

Hat ragihandin ku gelek tanker li herêmê rawestiyane û nabe ku kombûyîna zêde di demek nê de çareser bibe.

Hat daxuyandin ku hêzên deryayî yên Îranê hişyarî dane ku ew ê keştiyên ku hewl didin bêyî destûra Tehranê di tengavê de derbas bibin hedef bigirin.

Her wiha artêşa Kuweytê ragihand ku di 24 saetên dawî de çar mûşekên balîstîk û 42 balafirên bêmirov hatine tespîtkirin û bêbandorkirin. Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku Îranê hin tesîsên enerjî û binesaziyê hedef girtine.